Meqaleke 'eleqedar: Fêdên ferhengan
Min çi alet û program ji bonî di kompîteran de şuẍulîna bi kurmancî çêkirine?
Tewandina fi'l. Yek qurm (ra), wext, kes û şikil diyar dike û program wê fi'lê ditewîne. Lêkera manê, qurmê wê -ma- ye û bi wextê çûyî-berdewam, kesê ez dibe "dimam".
Derxistina lêkeran ji tewandinê. Agahiyên li ser tewandinê ḧesab dikê, qurmê wê (rayê wê) derdixê û heke wextê çûyî bê bi rastîke 100% gotinê jî derdixê. Ji bonî tewandinên wextê niha yan wextê werê (ê bê) divê yek bixwe qurmên gotinan qeyd bikê deqena fêm bikê ka kîjan gotin e.
Tesbîtkirina çeşîdê lêkerê. Fêm dikê ma gotinên weke "dan, xwestin, lê dan, vekirin" kîjan çeşîd in.
Gotinên reqeman. Ev program reqemên weke 4.001.500 dixê "çar milyon û hezar û pênsed" û bi rexê dî de gotinê dixê hejmar. Guhartina wê ji bonî devokên dî gelekî hêsanî ye.
Qiyaskirina sifetan. Ne tiştekî pêşketî ye, "xweşik" dixe "xweşiktir" yan "herî xweşik" û kare vegerîne.
Devok guhartin. Ev hê di şiklekî gelekî hêsanî de ye û karê devokan piçekî biguhêrê bixê devokeke dî.
Ev jî ne tam NLP ne.
Nivîsa bi alfaba ferehkirî xistin IPA.
IPA xistin alfaba ferehkirî.
Guhartina di neqeba alfabên kurdî (latînî, erebî, kirîlî, latîniya yekîtiya Sovyetê, klasîk)).