2 vokal

Di kurmancî de ji ẍeynî di tewandinên fi'lan yan jî kelîmên bi pêşqertaf de 2 vokal li ba hev çênabin. Divê bi şiklekî dî werin gotin û nivîsandin.

Ẍeletî:

Nimûneke ko di kurmanciya bi ḧerfên latînî de 2 vokal li ba hev tên nivîsandin "saet" e, lê ev nivîsandina paşketî ya "se'et" e û ' konsonantek e. Ji ber wê 2 vokal ne li ba hev in, bi konsonantekê veqetayî ne. 'Eynî tişt ji bo îdi'a jî rast e.

Îstisna: tewandinên fi'lan

"neavêje", "naavêjin" û tiştên bi wî şiklî. Ew ne bi gotinê bixwe ve ne û ne bi gotinê re têne gotin, weke "ne-avêje" tê gotin. Yanî ew herdû vokal pevre nayên gotin.

Îstisna: kelîmên bi pêşqertaf

Bêedeb, bêûjdan

Herî talî 23:24, 22 adarê 2026 hate guhartin.