Here û were 2 fi'lên xisûsî ên kurmancî ne.
Ji bo forma emirkirinê (imperative / fermanî) ya van kelîman "bi" nayê şuẍulandin. Yek nabêje "bihere", "biwere", "biwerêne".
Not/nîşe:
Yek nikare zanibe ma mesder "werîn & herîn" / "weran & heran" / "werin & herin" in ji ber ko di wextê çûyî de nayên şuẍulandin. Bi rastî belkî ne fi'lên serbixwe jî bin, ji ber ko wextê ko formên çûn û hatinê ji van bin, formên wan ên "normal" nînin (di wê devokê de).
Di şiklê neyînî/negatîv de jî were û werandin xisûsî ne. (Formên emirkirinê)
(Di formên subjunktîv/kondîsyonal de jî: ko ew newe, ko win newin)
Di şiklê neyînî/negatîv de here nayê şuẍulandin. (Formên emirkirinê)
Di hinek devokan (berferatî) de "here" di bêhtir forman de tê şuẍulandin, dibêjin "terim" (diçim, ji di- û -her-im).
Di hinek devokan (behdînî) de "here" di kêmtir forman de tê şuẍulandin, dibêjin "biçe" (ne here), "biçin" (ne herin).
Ferqî di kelîma çûnê de di gelek zimanan de heye: